Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Sêwasê bi bîr anîn.
HDP’ê diyar kir ku ji mîna van komkujiyan dubare nebin, ew ê têbikoşin.
Îro salvegera 30. a komkujiya Sêwasê ye.
Ji bo bîranîna qurbaniyên wê li Sêwasê xelk meşiyan.
Bi heman armancê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û got:
”Di ser komkujiyê re 30 sal derbas bûn.
Tevî vê jî hîna tiştek nehatî ronîkirin û yên ku birayra komkujiyê dan nehatine darizandin.”
HDP’ê diyar kir ku Komkujiya Sêwasê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha dewam kir:
”Kesên bûn hevkarên vî sûcî, yên sûcdar parastin û yên bêdeng man ji komkujiyê berpirsyar in.
Heke ev komkujî bihata ronîkirin, dibe ku pêşî li ber komkujiyên Gazî û Ûmraniyê bihata girtin.”
HDP’ê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û daxuyaniya bi vê peyamê bi dawî kir:
”Ji bo careke din komkujiyên wiha çênebin û sûcdar bên darizandin, dê têkoşîna me bidome.”