Ji destpêka kontrolkirinê, Talîbanê dest bi kirinên xwe yên li dijî jinan kir

20 sal piştî destwerdana Amerîka û NATO ya di bin navê avakirina wekhevî û demokrasiyê de, Afganistan careke din radestî Talîbanê hate kirin..Ji destpêka ku Talîbanê li Efganistanê bû serwer .. êdî tişteke nema navê wê mafên jinê .

15’ê Tebaxê .. dîroka reş ji bo gelê Efganistanê.. bi taybet ji bo jinan dest pê kir.

Bi kontrolkirina Talîbanê Efganistanê re, her tişt li welat reş bû.

Mafê destpêkê yê ku hate binpêkirin… mafên jinê bû.

Jin ji hemû mafên xwe bê par hatin hiştin.. ji perwerdê bigre heya karkirinê.

Ji bilî gefên tundî û kuştinê destpêkirin.

Hişmendiya Talîbanê û ya DAIŞ’ê heman in

Dema mirov li pêvajoya niha ya Efganistan tê de derbas dibe temaşe dike .. pêvajoya DAIŞ’ê tê bîra mirov.

DAIŞ’ê ya ku li her cihê ku dagir kir jin kir xenîmet, kole û li bazaran firot … Talîbanê heman hişmendiye dimeşîne.

Çekdar û berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd bi xwe hişmendiya xwe ya mîna DAIŞ’ê radigihand ku jin divê li mal bimîni.

Talîban armanc dike deng û rengê jinê biçewisîne

Ji destpêkê de Talîbanê ragihand ku bila tu kes li benda sîstemeke demokratîk nemîne û welat wê bi rêya şerîetê were birêvebirin.

Ji bo jinan jî maf û rol ji kokê ve hatiye rakirin.

Kirinên Talîbanê li dijî jinê ji roja destpêkê xuya kir.

Ew jî çewsandina deng û rengê jinê ye.

Li bajarê Kabûlê çekdarên Talîban wêneyên jinan li ser camên dikanan reş kirine.

Ji xwe kiryarên ku derxistin yên girêdayî jinan her tiştî radixe berçavan..

Qedexeya karkirina jinan, dakeve qadan û biçe dibistanê.

Ferzkirina girtina rûyê jinan û li xwekirina hecabê.

Jinên ku li rûyê çekdaran binerin dê bên cezakirin.

Wê tevahî Kombiyûter bên destdeser kirin û dibistan bên girtin.

Yên ku van biryaran pêk neyne wê bên cezakirin û kuştin.

Rojnameya Amerîkî The Wall Street Journal jî ragihand ku Talîban biryar daye ku zarokên Efganî yên jor 15 salî û jinebiyên ango jinên bî yên jêrî 45 salî bi endamên xwe re dide zewcandin..

Jinên Efgan dê di têkoşîna li dijî tundrewiyê de roleke girîng bilîzin

Jinên Efgan ev 20 sal in li djiî hemû cûre êrîş û tundî di nava têkoşînê de ne.

Jinan di dirêjahiya van salan de rêxistina xwe ava kirin û cihê xwe di hemû qadan de girtin.

Jinên mîna Qamar Gul hene ku çek rakirine, tola malbata xwe ji Talîbanê hiltînin.

Tevî terora Talîbanê ya li dijî jinan û qanûnên Serdema Navîn, berxwedana keç û jinên Efgan bi awayên cuda li dijî Talîbanê dewam dike.

Jinên Efgan tevî ku niha di rewşên dijwar û tarî dene, lê xebatên xwe yên berxwedan û têkoşînê ra-nawestînin û têdkoşin.

Back to top button