Li bajarê Qamişlo di encama operasyonekê de ”Rêxistina Sûc ya Organîzekirî ” hate rûxandin.
Di çarçoveya operasyonên li dijî gendelî, dizî û belgeyên sexte ku ev demeke hatibûn destpêkirin, berdewam dikin.
8 kesên ku sûcên wekî sextekarîya fatûreyan, bi bertîl kirin, çêkirina belgeyên sexte û zirardayîna sazîyên QSD û Rêveberîya Xweser kirine, hatin girtin.
Sûcdarên ku bi mîlyonan dolar dizîbûn, sûcên wan ji alîyê dadgehê ve hatin piştrastkirin û bi biryara dadgehê hatin girtin.
Tekoşîna li dijî gendelî, sextekarî û dizîyê berdewam dike û Civak jî piştgirîyekê mezin dide vê pêngavê.