LI TIL HEMÎSÊ 2 ŞEHÎDÊN PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ HATIN OXIRKIRIN

Şervanên QSD’ê Qusey Elebo bi nasnav Sincar Til Elihêmer û Ebdulbarî Elmihêle bi nasnav Kadar di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs piştî wergirtina cenazeyên her du şehîdan bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê û QSD”ê axaftin hatin kirin.

Kesên avivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her du şehîdan di nava silogan û tililiyên dayikan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button