Li Moskow serkeftina 76. Bi merasîmeke bi heybet hat pîrozkirin

Li Asya, Ewropa û Amerîka Roja Serketina Şerê Cîhanê yê 2. hate pîrozkirin.
Di merasîma 76. a li Moskow de Rûsyayê hêza xwe nîşan da.
Li Îngilistan û DYA jî gaziyên şer bi merasîmên cihêreng ev roj pîroz kirin.

76 sal di ser, serketina li dijî NAZÎ yên Alman re derbas bû.

Li Asya, Ewropa û Amerîka ev roj bi çalakiyên cihêreng hate pîrozkirin.

Li moskow bi 12 hezar leşker merasîma pîrozbahiyê hat lidarxistin

Rûsya di salvegera 76. de, li paytext Moskowa merasîmeke bi heybet lidar xist.

Di merasîmê de, Rûsya hêza xwe nîşan da.

Di merasîma li Qada Sor hate lidarxistin de serokdewletê Rûsya Vladimir Putin û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu amade bûn.

Di merasîmê de tevî 12 hezar leşkerî zêdeyî 190 alavên leşkerî û mûşekên navbera parzemînan de hatin nîşandan.

80 balefirên Rûsya yên Su-57 û Su-35S asîmanê Moskowa bi ala Rûsya xemilandin.

Putin yê ji 1999’an ve welat birêve dibe, li qada merasîmê bi gaziyên şerê cihanê yê duyemîn re wêne kişand.

Merasîma pîrozbahiya îsal di bin siya hilbijartina meclisê ku wê meha Îlonê, aloziya bi Ukrayan û lîderê mixalîfan yê herî bihêz Aleksia Navalny ku di girtîgehê de ye, hate pîrozkirin.

Serokdewletê Rûsya Putin careke din îdia kir ku wê di qada navnetewî de mafê mirovan yê navnetewî biparêze.

Her wiha da zanîn wê berjewendiyên xwe yên li seranserê cihanê jî biparêze.

Putin got, hîna jî îdeolojiya NAZÎ bihêze, lê têkildarî çawaniya wê agahî neda.

Merasîma yekemîn ya serkeftina Şerê Cîhanê yê 2. li Moskowa 24’ê Hezîrana 1945 hatibû lidarxistin.

Li DYA û Îngilistanê jî gaziyên şerê cihanê yê 2. ev roj pîroz kirin

Li Îngilistan û DYA jî gaziyên şerê cîhanê yê 2. bi merasîmekê roja serketina li dijî NAZÎ yên Alman pîroz kirin.

Back to top button