Li Şêrewa wê 200 çeteyên dewleta Tirk werin bi cihkirin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo guhartina demografiya Efrînê planên qirêj pêktîne.
Dagirker dê 200 çeteyên bi eslê xwe Ozbekîne li herêma navçeya Şêrewa a dagirkirî bi cih bike.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoviya guhartina demogarfîk û belavkirina fikrên tundrew li herêma Efrînê planên qirêj pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk çeteyên biyanî tevî malbatên wan li Efrînê bi cih dike.

Malpera Afrînpost ragihand ku koma “Feyleq El-Şam” wê 200 çeteyên nasnameya Ozbekistanê digirin li derdora gundên Şêrewa bi cih bikin.

Li gorî Malperê, ew çeteyên ku di nav koma Heyet Tehrîr El- Şam bûn, dê niha li navçeya Şêrewa bi cih bibin, piştre, çeteyên din li navçeya Cindirêsê dê werin bicihkirin.

Ji destpêka kirîza Sûrî Dewleta Tirk ji bo pêkanîna siyaseta xwe bi hezaran çeteyên ji gelek welatan derbasî Sûriyê kir.

Di dawiya 2021’an de serçeteyê bi navê Selahedîn El-Ozbekî yê ku bi salan li Efxanistanê li dijî dewleta Yekîtiya Sûfêt şer kiriye, bi alîkariya dewleta Tirk derbasî Şûriyê bû û Komeke terorîst ava kir.

Ew çeteyên Ozbekî gelek kom ava kirin, jê koma El-Îmam El-Buxarî û koma “Tewhîd û Cîhad”  yên girêdayî rêxistina Qayîdê ya terorîst.

Hezîrana 2019’an, Miftiyê Komara Ozbekistanê Osman Xan Elîmov  ragihand ku nêzî sê hezar Ozbekî tevlî rêxistinên terorîst yên li Sûriye û Iraqê bûne.

Back to top button