Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber APO li girtîgehan di roja 164’an de ye. Her wiha çalakiya grevê ya li Mexmûr û Yewnanistanê jî bi biryardariyeke mezin didome. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê bi nameyekê behsa binpêkirina mafên mirovan kirin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya grevê bi dewrgirtian koma 33’emîn di roja 164’an de ye.

Hevşaredara navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Mulkiye Esmez a ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsa Mêrsînê tê girtin di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku çalakiya girtiyan heta ku tecrîd bê bidawîkirin wê bi biryar berdewam bike.

Çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî 143 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 126 roj in li dar e.

Girtiya bi navê Şadiye Manap: Hemû zext û zor li dijî têkoşînê ye

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê di nameyên ku ji hevalên xwe re şandine de bal kişandin ser binpêkirina mafan.

Di nameyê de wiha hat gotin

Wek hûn jî texmîn dikin, her tiştên li dijî azadiya civakî û xwezaya mirovane, hinceta berxwedan û têkoşînê ye.

Wek gel, wek jin, jiyana me zehmetir e. Ji ber hebûna me jî mafê me jî tune tê hesibandin

Ev zor û zehmetî hemû ji bo me hinceta têkoşînê ye.

Xizmên girtiyan: Ji bo dayîk dîsa êşê nekişînin divê em li dijî tecrîdê bibin yek

Diya Medya Çinar a ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, Çeçen Çinar bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got:

Bila tu dayikên din vê êşa zarokên xwe nejîn. Ji bo nejîn jî divê em yek bin û li hemberî tecrîdê bin.

Medyayê di ber heqiyê de ji bo demokrasiyê dawî li jiyana xwe anî bila herkes vê zanibe. Ji bo dawî li tecrîdê were.

Ji min re zor e lê niha bi hezaran dayik car din heman êşê dikişînin. Bi hezaran bi milyonan kes ji bo tecrîdê êşê dijîn.”

Back to top button