ERDOGAN JI PUTIN TIKA DIKE KU RÊJÎMA SÛRÎ OPERASYONÊ RAWSTÎNE

Ji despêkirina operasyona leşkerî li dijî çeteyên dewleta Tirk li Idlib û Hemayê, liv û tevgera siyasî û diplomasî jî zêde bûye.
Rayedarên Rûs û Tirkiye hema bêje rojane li hev digerin, carna bi riya telefonan, carna jî serdana hevdu dikin.

Doh serokê Rûsya Vladimir Putin û yê rêjîma AKP Erdogan bi riya telefonê rewşa dawî goftûgo kirin.

Erdogan gotibû ev operasyon hevpeymanên navbera Rûsya û Tirkiyê bin pê dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, Erdogan her tim qala Idlibê dikir û weke xeta sor bi nav dikir.

Lê hema niha, ew tenê rawestandina êrîşan dixwaze.

Dîsa, der barê mijarê de, wê îroj wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li Sotchiyê bicive.

Li gorî çavdêran, wê aloziya Sûrî, pêşketinên dawî li Idlibê û hebûna Îranê di Sûriyê de rojeva sereke ya hevdîtinê be.

Îroj jî, wezîrên parastinê yên Rûsya û Tirkiyê bi riya telefonê pêşketinên dawî yên Idlibê goftûgo kirin.

Leave a Reply

Back to top button