Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180’î de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 180’an de didome. Jinên Şengalê diyar kirin ku tecrîda girankiri ya li Îmraliyê tecrîda li dijî mirovahiyê ye û bandorê li her kesê dike, divê jin li hemberî tecrîdê hîn zêdetir hêrsa xwe nîşan bidin.

Berxwedana girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 36’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ên li girtîgehan dan destpêkirin, di roja 180’î de ye.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 159’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 142′ de çalakiya xwe dewam dikin.

Jinên Şengalê: Divê jin li hemberî tecrîdê hîn zêdetir hêrsa xwe nîşna bidin

Jinên Şengalê yên piştî fermana 3 yê Tebaxa 2014’an xwe ji nû ve rêxistin kirine tecrîda girankiriya ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezarkirin û nerînên xwe anîn ziman.

Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Silala Qasim diyar kir ku Rêber Apo wan ji ferman û komkujiyê rizgar kirin û ew ê tucari vê ji bîr nakin.

Jinên Şengalê: Bila gel her dem ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin

Endama TAJÊ Canê Şengalî jî da zanîn ku bila gel hemû rabe ser piyan ji bo azadiya Rêber APO.

Back to top button