Çeteyan li Efrînê keçeke ker û lal revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva 23`yê mehê di saetên şevê de li Efrînê keça bi navê Xalîde Hisên Henan a ker û lal revandin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva 23`yê mehê de di ser xanî re derbasî mala kesê bi navê Hisên Henan ê ji gundê Yalanqûzê yê girêdayî navçeya cindirêsê ya Efrînê bûn û keça wî Xalîde a ker û lal revandin.

Li gorî agahiyan çeteyan deriyê qata herî jor a xanî şikandine û ketine malê. Piştî ku ketine malê dayîk, bav û xortê malê benckirin e û keça wan Xalîde revandine.

Mala Henan li gundê Yalanqûzê ya bi ser navçeya Cindirêsê yê herêma Efrînê ve ye. Lê ji ber ku çeteyan mala wan desteser kirine, malbat bi neçarî çûne Cindirêsê û di maleke bi kirê de rûniştine.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku bavê Xalîde Hisên Henan jî piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû revandin û demeke dirêj di zîndanên dewleta Tirk de mabû.

Back to top button