Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, taybet jî derbarê Kerkûkê de peyamek belav kir û got:
“Hilbijartin dikare bibe bersiva hemû komployan, divê hemû kes beşdarî hilbijartinan bibe û bi bikaranîna dengên xwe siyaseta parçekirina gel hilweşînin.”
Di 18’ê Kanunê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bi, taybet jî girîngiya wê ya ji bo Kerkûkê peyamek da û got:
“Kurdistaniyên hemû bajar û bajorokan, bi dehan sale rubirûyî gef, kuştin, koçberkirin û êşa rejîmên li Iraqê bûne.
Bi taybet ji bo Kurdan erkeke û ji bo ku dîroka sitemkariyê were hilweşandin hişyariyek girînge.
Destwerdana navxweyî û herêmî, weke Tirkiye, Îran hertim bûye sedema bê bawerî û dubendiya di navbera pêkhateyên Kerkûk û derdora wê de.
Bi taybet jî dewleta Tirk bûye karekterek sereke yê destwerdana di rewşa Kerkûk û herêmên bi nakok de.”
Di dawiyê de KNK’ê bang kir ku bi awayek wêrek tevlî hilbijartinan bibin.