Mazlûm Dînç: Divê her kes li dora daxwaza azadiya Rêber Apo bibin yek

Wasiyê Rêberê Apo Mazlûm Dînç derbarê azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rewşa bi fikar a li Îmraliyê de axivî.
Mazlûm Dînç anî ziman ku azadiya Rêber Apo hemû civakê eleqedar dike ji ber vê yekê divê herkes xwedî li daxwaza azadiya Rêber Apo derkeve.

Wasiyê Rêberê Apo Mazlûm Dînç derbarê azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rewşa bi fikar a li Îmraliyê de nirxandin kir.

Mazlûm Dînç diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina êşkenceyê ya Konseya Ewropayê-CPT di Gulana 2019’an de serdana Îmraliyê kir û wiha got:

“Piştî serdanê CPT’yê di rapora xwe de tespît kir ku astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re û şertên tecrîdê li dijî peymanên navnetewî ne.

Li gorî qanûnan hevdîtinên bi parêzeran re nikare bi temamî were qedexekirin.”

“Berpirsyariyeke CPT heye ku li dijî sîstema tecrîdê daxuyaniyan bide”

Dînç da zanîn ku CPT saziya sereke ye ku pêşî li êşkence û pêkanînên xerab digire û wiha pê de çû:

“Di nava endamên PY’yê de girtîgeheke din nîne ku şert û mercên girtîgehê êşkence û tecrîd ev qas giran û bênavber didome ye.

Lê dema em dinêrin CPT xwedî pratîk û sekneke bi vê yekê re hevrû bibe ye.

Berpirsyariyeke CPT heye ku li dijî sîstema êşkence-tecrîdê ya giran daxuyaniyan bide. Lê li Îmraliyê vê yekê nake.”

“Azadiya Rêber Apo hemû civakê eleqedar dike”

Dînç eşkere kir ku piştî ku tecrîd xistin dewrê û qenalên diyalogê hatin girtin, polîtîkayên şer zêdetir xistin dewrê û wiha domand:

“Ji mafê jiyanê em bigirin heta azadiya raman û îfadeyan êdî tu heviya mirovan a li ser vê erdnîgariyê nema.

Dema fikrên Rêber Apo gihiştin civakê, di her kesî de hêviyek mezin bû ku aborî, tundiya li ser jinê û pirsgirêkên civakî dikarin bên çareserkirin.

Rêber Apo di serî de Rojhilata Navîn ji bo krîzên heyî yên li cîhanê bên çareserkirin pêşniyaran pêş dixe.

Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo hemû civakê eleqedar dike.”

“Divê her kes xwedî li daxwaza azadiya Rêber Apo derkeve”

Mazlum Dînç di dawî de diyar kir ku ger tecrîda li dijî Rêber Apo ​bi dawî bibe wê pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî pirsgirêka kurd çareser bibe û ev bagn kir.

“Ji ber vê yekê ji bo ku ev daxwaz bibe rojev, divê herkes li dora vê daxwazê bibe yek.”

“Li her derê cîhanê her kesek daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike”

Back to top button