Kîev: Di rewşek ya dagirkeriyê de 5 milyon Ûkraynî dibe koçber bibin

Bi zêdebûna hêzên Rûsya li sînorê Ûkraynayê re metirsiya di her kêliyekê de êrişek wê pêk were xwe daye der. Wezîrê Parastinê yê Ûkrayna Oleksiy Reznikov got; Di rewşek dagirkeriya Rûsya li herêmê de wê 5 milyon Ûkraynî koçber bibin.

Reznikov di roportajeke xwe ya li gel Politico de, işaret bi wê yekê kir ku piştî hevdîtina ligel Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Rûsyayê hêzên zêdetir şandine sînorên Ûkraynayê.

Wezîrê Parastinê yê Ûkrayna diyar kir ku li ser sînorê welat nêzî 100 hezar leşkerên Rûsyayê hene û diyar kir ku ev hewldana dagirkirinê wê ji bo herdu aliyan bibe felaket.

Oleksiy Reznikov daxuyukirin ku di vê rewşê de her du alî wê gelek ziyanan bibînin û 5 milyon Ûkraynî dibe ku koçber bibin û got:

15 santralên nukleerî yên li welat jî wê di bin metirsiyê de bin.

Reznikov, diyar kir ku ew difikirin ku Ûkrayna ne hedefa dawî ya Putin e û îdia kir ku ger şer hebe wê li Ewropayê jî belav bibe.

Di rapora îstixbareta Amerîkayê de derketibû holê ku Rûsya 175 hezar leşkerên xwe li sînorê Ûkrayna bicih kiriye.

Wêneyên ku di çapemeniya Amerîka de derketin jî metirsiya planê eşkere kiribû.

Back to top button