Efrîn..Çeteyan êriş bir ser mala welatiyekî temenmezin û mala wî talan kir

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeran ji navçeyên Mabata û Raco du kes revandin. Çeteyan li gundê Çopanê yê Raco jî êrişî malekê kirin.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê a li dijî welatiyan bê navber dewam dikin.

Çeteyan dewleta Tirk dijî her kesên li Efrînê mane jin, zarok û heta bi kesên temenmezin kirinên xwe yên dermirovî didomînin.

Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan li gundê Çopanê yê bi ser navçeya Raco cara duyem e ku êrişê dibin ser mala kesekî temenmezin û mala wan talan dikin.

Çeteyan bi çekan êrişî bir ser mala welatiyê bi navê Mamo Mamo yê 58 salî û keça wî Zeyneb Mamo ya 40 salî.

Çete piştî ku êşkence li Mamo yê temenmezin û keça wî dikin, dest danîn ser zêr û pereyên wan.

Rêxisitnê diyar kir ku çeteyan beriya niha jî di 2018 an de êriş birin ser heman kesî û keça wî û piştî êşkence li wan kir derdor 600 hezar lîreya Sûrî ji wan girtin.

Çeteyan 2 welatî ji navçeyên Raco û Mabata revandin

Li gundê Amara yê bi ser navçeya Mabata jî çeteyan welatiyê bi navê Ferîd Ehmed Mistefa yê 48 salî revand.

Rêxistinê diyar kir çeteyan bi hincetên berê hazirkirî kesê bi navê Ferîd revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gundê Şêx Mihemedlî yê bi ser navçeya Raco jî, welatiyê bi navê Hesen Xelîl Sîdo yê 45 salî, ji ber gilî çeteyekî ku deynê wî nedabû û lêdan lê kiribû, kir, çeteyan bi lêdanê ew revand.

Çeteyan bi hinceta ku Hesen Sîdo heqaret li Hikûmeta Tirkiyê û navendên çeteyan kiriye, ew girtin û birin cihekî ne diyar.

Back to top button