Lîbya..56 eskerên Tirk : fermandarên me zext û zordarî li me dikirin

56 çawûşên pispor ên artêşa Tirk ku li Lîbyayê bûn gotin, Fermandar ji aliyê psîkolojîk û fizîkî ve êrişî me dikirin. Çawişên ku ev yek anîn ziman, ji artêşê hatin avêtin.

Dewleta Tirk bi armanca şerê artêşa Xalîfe Hafet, bi hezaran leşker û çeteyên xwe şandin Lîbyayê.

Derket holê ku beşek mezin ji van leşkeran bûn armanca êrişa fermandarên xwe..

Ji wan 56 çawûşên pispor ragihandin ku fermandarê wan ji aliyê fîzîkî û pîsîkolojîk êrişê wan kirin..

Û ji ber vê yekê giliyê wî fermandarê kirin.

Li gorî belgeyên ku ji aliyê saziya ragihandina Alman Deutsche Welle hatine bidest xistin,
fermandarê bi rûtbeya Yarbayî ji eskerên xwe re wiha gotiye.

Hun qurşek pere heq nakin. Bizanibin ku artêşa Tirkiyê serê çend generalî xwariye. Hun ne ti tişt in.

Devera hun bixwazin, dikarin giliyê min bikin. Di nava 5 deqeyan de ez dikar we wezîfê bigrim.

Ez ê bihêlim ku hin li vir xwînê verişin.

Çawûşên pispor diyar kirin ku zordariyeke mezin li wan hatiye kirin.

Piştî gilî, erka 56 leşkeran li Lîbyayê hat bidawî kirin û ew ji nava artêşê hatin avêtin.

Li aliyê din li ser daxwaza Wezareta Parastinê ya Tirkê, derheqê wan de lêpirsîn destpêkir.

Back to top button