Şêxê eşîra El-Elî: Divê dewletên Ereb li dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin

Şêxê êla El-Elî Remadan El-Rehal bang li dewletên ereban kir da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê rawestîne.

Remadan El-Rehal diyar kir ku sûcên dewleta Tirk yên li dijî Sriyan tê kirin ji bo dewletekê ku 400 sal welatên Ereban dagir kiriye ne tiştekî nû ye.

El-Rehal eşkere kir ku dewleta Tirk ji ber bêdengiya navneteweyî û erebî jî sînorî xwe derbas dike û destwerdana welatên cîran dike.

Şêxê êla El-Elî got ku Erdogan gelê Sûriyê parçe kir da ku sûd ji wan werbigire. Beşek jê kir çete, yek kir penaber û hinek din jî weke kaxizeke zextê li dijî dewletên ewropî bi kar tîne.

Di dawiyê de El-Rehal daxwaz ji dewletên Ereban kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin, xwedî helwest bin.

Back to top button