Eşîra Benî Sebe 65 seharîcên avê ji şêniyên bajarê Hesekê re şandin

Îro jî, ji bo şêniyên bajarê Hesekê ava hat şandin.
Vê carê jî, Êla Benî Sebe ya li kantona Qamişlo ji bo piştgiriya şêniyên Hesekê 65 stêrên avê şandin.

Însiyatîfên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya şêniyên Hesekê dewam dikin.

Îro eşîra Benî Sebe ya li kantona Qamişlo 65 stêrên avê ji şêniyên bajarê Hesekê re şandin.

Seharîcên avê bi hevkariya komîn û Meclisa Hesekê li nava taxên bajêr hatin belavkirin.

Ji bo şandina avê, însiyatîfên mirovî dewam dikin

Ji dema Serêkaniyê hatiye dagirkirin, dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê qut kiriya û wek zextekê li dijî şêniyên kantona Hesekê bi kar tîne.

Ji ber birîna ava stasyona Elokê milyonek û nîv welatî ji 2019’an de, êşa tunebûna avê dikişînin.

Ji bo şandina avê, gelek însiyatîfên mirovî ji hêla şaredariyên kantona Qamişlo, rûspiyên eşîran, şêniyên Dêrazorê hatine pêkanîn.

Herî dawî jî QSD, YPG û YPJ’ê 7’ê Tebaxê, piştgiriya şêniyên Hesekê kiribû.

Back to top button