Balafireke dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Dûkan ya Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir û di encamê de du kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Qaymiqamê Navçeya Navendî ya Silêmaniyê eriş bi balafireke bêmirov û biçek pêkhatiye.
Di encama êrişê de jî du kes birîndar bûne.
2 Welatiyên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê
Hate zanîn ku kesên birîndar, rewşa wan girane û ew rakirne nexweşxaneya Dûkan a Silêmaniyê.
Tîmên Parastina Sivîl jî çûne cihê bûyerê û agirê bi wesayîtê ketiye vemirandine.
Her wiha hate ragihandin têkildarî êrişê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve lekolîn hatiye destpêkirin.