Qamişlo-Bi merasîmeke xiyabî şehîdê HPG Lewend Qamişlo hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîdê HPG Lewend Qamişlo, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîma sersaxiyê li taxa Xerbî ya Qamişlo, bi amadebûna sedan şêniyên Qamişlo, hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsîxan Gulo di merasîmê de axivî û got:

“Dijmin siyasetên xwe yê qirêjî li ser Kurdistanê dimeşîne, emê heta dawî fedaiyên welatê xwe bin.

Hevseroka PYD Menîca Heyder jî destnîşan kir ku ewê li ser riya şehîdan bimeşin û tu carî di xeta têkoşînê de dudulî nebin.

Endama Kongreya Star Şaha Heserî jî soza dewmkirina riya şehîdan heta serkeftinê da.

Dawiya merasîmê, wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd Lewend Qamişlo hat kirin.

Back to top button