Li dijî baregeha Tirkiyê ya li Başîka êriş pêk hat

Li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker ya Beşîka ya li nêzî Mûsilê bi muşekan êriş pêk hat.

Li gor ajansa Rojnewsê êriş do li derdora saet 9’ê êvarê pêkhatiye.

Ajansê diyar kir ku 5 heta 7 roketan li aliyê Mûsilê ve li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye.

Rêveberê Nehya Başîka Zenûn Yusif têkildarî êrişê de ev agahî da:

“Ew baregeha leşkerî di navbera Beşîka û Zêlkan de ye. Lê roket li deştê ketine û heta niha ti ziyana madî û giyanî nîne.”

Têkildarê êrişê de heta niha dewleta Tirk ti agahî parvenekirine. Balkêşe ev êriş piştî êrişa li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazîmî pêk hat.

Back to top button