Şewata li daristanên Merîwanê

Ev çend rojbûn ku li herêma Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê agir bi daristanan ketibû.
Heyva Sor a Kurdistan ya beşa Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku Îranê di vemirandina agirê daristanên Zagros de, ti alîkariyek neda welatiyan.

Ji roja 3’yê Tebaxê ve gelek daristanên li herêma Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê şewitî.

Destpêkê li herêma Dereweran, Asnewe û Serşîw agir geş bû piştre agir belavî qadek berfireh bû.

Jin û ciwanan ji 7 salî heta 70 salî bi derfetên xwe yê kêm berê xwe dane cihên agir û karibûn vemirînin.

Derbarê şewatê de Heyva Sora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

“Îranê di vemirandina agir de ti alîkariyek neda welatiyan”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin li hember şewata ku derketiye dewleta Îranê tu hewildan nedaye û wiha hate gotin:

“Di vê rewşê de, hikumeta Îranê ji bo vemirandina agir astengî çêkir.

Kesên sivîl, jîngparêzên Kurdistanê bi destê xwe agir divemirandin.

Welatiyan ji bo kontrolkirina rewşê banga alîkariyê li Kurdên dervey welat kir.

Ev bang rastî pêşwaziyek germ hat, di encamê de heta radeyekê alîkarî hatin şandin û gihiştin cihê xwe.”

“Em hewil didin hîn bêtir alîkariyê bidin”

Di dewama daxuyaniyê de Heyva Sora a Kurdistanê balkişand ser alîkariya ku hatiye şandin û wiha got:

“Me jî weke erkek xwe, li gorî derfetên xwe bi bihayê 220 milyon tûmen kel û pel ji bo welatiyên agir divemirînin, dabîn kir.

Em dizanin pêwîstî gelekin û ev alîkarî jî beşek biçûke.

Lê weke Heyva Sora a Kurdistanê emê hewl bidin hîn zêdetir piştigiriyê bidin jîngehparêzên Kurdistanê.”

Back to top button