Bîlançoya 7 mehan a sûcên dewleta Tirk a li Efrîna dagirkirî

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dinava 7 mehên despêka salê de li Efrînê kirî eşkere kir.
Rêxistinê diyar kir ku 13 welatî hatine kuştin û 208 jî hatine revandin.

Efrîn bûye navenda hovîtî û sûcên dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê.

Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, hiqûqnasên kantona Efrîn û Şehbayê û şêniyên kampa Serdem li navçeya Ehdas kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 7 mehan hatin eşkere kirin.

“Tiştên li Efrînê rû didin, sûcên şer in”

Rêxistin û saziyan diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên siyaseta guhertina demografîk li Efrîn didome û got:

“Tiştên dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne; sûcên şer, komkujî û sûcên dermirovî ne.”

“Navên qad û gundan tê guhertin û mêtingeh tên avakirin”

Rêxistinê eşkere kir ku dewleta Tirk navên qadên sereke li navenda Efrînê, diguhere.

Guhertina navê Qada Azadî bo Qada Ataturk jî weke mînaka vê hat nîşandan.

Rêxistinê got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi destek û fînansekirina rêxistinên Kendavê yên îxwanî mîna Komeleya Eyadî El Beydai, Kuwêt El Rehma û komeleya Binyan El Qeterî nêzî 30 avahiyên mêtingehiyê li Efrînê ava kirin.”

“Divê êdî rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin”

Rêxistinê tevî belgeyan bêdengiya qada navnetewî rexne kir û ev tişt anî ziman:

“Em wek rêxistineke hiqûqî, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û mirovî, di serî de rêxistina NY′yê dikin ku bi erkên xwe rabin û sûcên li herêmên dagirkirî têne kirin bi dawî bikin . Ji ber vê zextê li Tirkiyê bike da ku xwe ji wan herêmê bikşîne.”

“Di 7 mehan de 208 sivîl hatine revandin”

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya binpêkirin û sûcan a ji destpêka sala 2023’an ve bi vî rengî ye:

  • 208 sivîl hatine revandin ji wan 24 jinin.
  • Destdirêjî li hejmareke jin û zarokên keç hatiye kirin.
  • 13 kes ji wan 3 jin bi destê çeteyan hatine kuştin.
  • Bêtirî 16 hezar dar hatine birîn, hezar dar jî hatine hilkirin.
  • Bêtirî 70 hektar zevî hatin şewitandin.
  • 5 cihên dîrokî hatin kolandin û wêrankirin
  • Nêzî 8 avakirin û amadekirina mêtingehiyê yên nû.
Back to top button