Însiyatîfa Gel a kantona Hesekê li dijî tecrîdê çalakiya kon da destpêkirin

Însiyatîfa Gel a bajarê Hesekê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya kon da destpêkirin.

Li bakur û rojhilatê sûrî çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi şêwazên cûrbecûr berdewam dikin.

Însiyatîfa Gel a bajarê Hesekê çalakiya kon li gulistan 4’ê Nîsanê ku taxa Mişêrfê ya Bajêrê Hesekê ye da destpêkirin

Însiyatîfê derbarê çalakiya xwe de daxuyaniyek dan û got:

“Em gel û pêkhateyên kantona Hesekê ji vê derê em bang li kesên xwedî wijdan li her derê dikin ku daxwaza me ya azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan baş fêm bikin û ji bo pêkanîna vê daxwaza rast bi her awayî alîkariya me bikin.

Çalakiya kon wê 7 rojan berdewam bike

Em bi saya fikrê Rêber Apo felsefeya wî me dikarî bû di vê qeyrana hovane ya ku hat welatê me de, ku ew bû rehîneya hêzên ku ji me re xerabî û wêrankirinê dixwestin, bi hev re bisekinin,

Bi vî awayî di encama îlhama xwe ya ji ramana Rêbertî de, me karî bû tişta ku terorê hilweşîne ji nû ve ava bikin û tecrûbeya xwe ya demokratîk û biratiya gelan ava bikin.

Em careke din bang li hemû civaka navneteweyî û mirovên xwedî wijdan, rêxistinên mirovî dikin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.”

Back to top button