Di êrişa îsraîlê de li xezayê 40 kes mirin û birîndar bûn

Di şerê li Îsraîl û Hamasê yê li Xezayê de zêdeyî 40 kesên din hatin kuştin û birîndar bûn.
Heyva Sor ya Filistînê ragihand di êrişa Îsraîlê de 4 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê operasyonên wan demeke dirêj dewam bikin.
Serokwezîr Netanyahû jî got, “Armanca me ya ku Xezayê bi awayekî mayînde dagirbikin tune ye.”

Di nava 24 saetên dawiyê de jî li Xezayê şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de bi dijwarî dewam kir.

Hat ragihandin hêzên Îsraîlê nêzîkî Nexweşxaneya Şehîdên Aqsa ya li Şerîda Xezayê li malekê xistin û di encamê de 40 hatine kuştin û birîndar bûn.

Têkildarî mijarê ofîsa medyayê ya rêveberiya Xezayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş piştrast kir lê hejmara mirî û birîndaran nehatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin berevajî daxuyaniyên Îsraîlê li Xezayê qet herêmên bi ewle tune ne.

Di êrişa li dijî ambulansekê de 4 kes hatin kuştin

Li aliyê din ragihandin li Şerîda Xezayê di êrişên hêzên Îsraîlê ya li dijî ambulansekê de 4 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin.

Têkildarî mijarê Heyva Sor ya Filistinê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser rêya Selahedîn ya li Deyr Belah”ê de 4 xebatkarên wan jiyana xwe ji dest dane.

Gantz: Operasyonên leşkerî wê demeke dirêj dewam bike

Wezîrê Konseya Şer yê Îsraîlê Benny Gantz jî têkildarî rewşa şer ya dawî civîneke çapemeniyê li darxist.

Gantz diyar kir wê operasyonên leşkerî demeke dirêj dewam bikin û got, “Hikumet bi bîryare ku Hamasê tune bike û kesên dîl girtî rizgar bike.”

Her wiha Gantz diyar kir serketina wan ya li dijî Hamasê zêde dibe û da zanîn li herêmên fireh yên Xezayê êdî rêveberiya Hamasê nemaye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê: 15 Tunelên bin erdê hatin dîtin

Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan li sînorê gundekî yê li rojhilatê bajarê Han Yunus bi dehan mîlîtanên Hamasê kuştine û bi sedan binesazî tune kirine.

Berdevkê artêşê diyar kir operasyonên hêzên Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê berdewam dikin û da zanîn li herêmê zêdeyî 15 tunelên bin erdê dîtine.

Netenyahû: Armanca me ya bi awayekî mayînde dagirkirina Xezayê tune

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî diyar kir ku armanca Îsraîlê ya bi awayekî mayînde dagirkirina Xezayê tune ye.

Netanyahû ku têkildarî mijarê li ser Facebook’ê daxuyanî da wiha got, “Îsraîl ne li dijî gelê Filistînê, li dijî Hamasê şer dike. Em vê yekê jî li gorî hiqûqa navnetewî dikin.”

Şerê Hamas û Îsraîlê

Back to top button