Welatî û hikûmeta Iraqê daxwaza derketina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir

Welatiyên Iraqê daxwaza derketina dewleta Tirk ji nava axa xwe dikin..
Welatiyan ala Tirkiyê ji sefareta wê anîn xwarê û xwepêşandanên mezin pêk anîn.
Aliyên leşkerî û siyasî yên hikûmeta Iraqê ji Tirkiyê re gotin hêzên xwe ji Iraqê vekişîne..
Di heman demê de, 91 parlementerên Iraqî daxwaza civîneke bi lez kir..
Aliyên Kurd weke YNK tevgera Goran û KNK’ê jî ev komkujiya Zaxoyê şermerzar kirin û daxwaza helwesteke niştîmanî kirin..
Lê belê tenê rayedarên PDK’ê weke her carê qala PKK’ê kirin

Ala Tirkiyê ji Sefareta wê ya li Bexdayê anîn xwarê..

Ev hêrsa welatiyên Iraqê li hemberî komkujiya Zaxoyê ye..

Ji ber bombebarana dewleta Tirk 9 sivîl ên Ereb şehîd û 23 jî birîndar bûn..

Iraqiyan li ser medya civakî jî dest bi pêngavekê kir û tê de daxwaz dikin ku sefîrê Tirkiyê ji Iraqê derkeve.

Hêrsa Iraqiyan hişt ku helwest ji nava hikûmet û parlemana Iraqê jî derkevin.

Konseya Ewlekariyê ya Iraqê civîneke bi lez li dar xist û biryarên girîng têkildarî Tirkiyê dan..

  • Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişîne.
  • Wezareta derve dosyaya êrişên Tirkiyê yên li ser serweriya Iraqê amade bike û radestî Neteweyên Yekbûyî bike..
  • Fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporekê li ser rewşa sînorê Iraq – Tirkiyê pêşkêş bike.

Tevî ku dewleta Tirk xwest xwe ji vê bûyrê bişo jî lê belê wezîrê karê derve yê Iraqê Fûad Hisên ragihand ku Tirkiyê ev komkujî pêk aniye.

Serokê Iraqê Berhem Salih jî yekser daxuyaniyek belav kir..

Di encama topbarana Tirkiyê ya li Duhokê hejmarek ji zarokên me şehîd û birîndar bûn.

Ev cihê şermezariyê ye.

Ev yek serweriya Iraqê bin pê dike û gefek li dijî ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ye.

Li hindirê parlemana Iraqê jî helwesteke tund li dijî hebûna dewleta Tirk derket holê..

91 parlenmterên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş îmze kir û daxwaznameyek pêşkêş kir.

Wan daxwaz kir ku rûniştineke parlementoyê çêbibe û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Fermandarê Giştî û Wezareta Parastinê jî amade bibin.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî daxuyaniyeke 4 xalî belav kir û tê de daxwaza bidawîkirina lihevkirina ewlehiyê bi Tirkiyê re kir û got ” Em nema xwe li ber zêdegaviyên Tirkiyê li ser erda Iraqê radigirin.

Aliyên Kurd jî helwesta xwe nîşan da..

Serokê YNK Bafil Talabanî banga yekdengiyek nîştimanî li dijî binpêkirina sinorên Iraqê kir..

KNK’ê jî got ; Artêşa Tirk di operasyonên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne û ji ber bêdengiya raya giştî ev komkujiyê pêk hatiye.

Tevgera Goran jî ev êriş weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir.

Heta bi wezareta Karê derve ya Amerîkayê jî dilgiraniya xwe anî ziman û daxwaza rêzgirtina li hemberî serweriya Iraqê kir.

Berxwedana Iraqî jî gef li Tirkiyê xwar û hemû baregehên Tirkiyê weke hedef nîşan da.

Tora Medya ya Sky News jî ragihand ku baregeha Tirkiyê ya li devera Bamernê ya Duhokê bi dronan hat bombekirin.

Piştî van helwestên Iraqî, çav li rê bû rayedarên Başûrê Kurdistanê heman helwestê nîşan bidin.

Lê belê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê wê Mesrûr Barzanî ev topbaran şermezar nekirin û dîsa qala “PKK” kirin.

Îro jî li gorî agahiyan, wê welatiyên Iraqê li ber hemû qunsulxaneyên Tirkiyê kom bibin û heman helwestê dubare bikin.

Komkujiya Zaxo..Hikûmeta Iraqê: Wê li ser asta dîplomasî bersiva pêwîst bidin Tirkiyeyê

Back to top button