Aldar Xelîl: Tirkiye dixwaze herêmê ji sivîlan vala bike

Endamên Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl û Foza Yûsif bertek nîşanî Komkujiya li Zaxoyê dan û diyar kirin ku bêdengiya li hember êrişên domdar ên Tirkiyê bû sedema êrişek wiha.
Her wiha banga nîşandana helwesteke tund li hember van êrişan kirin.

”Li herêmên Parastina Medyayê bi bin ket, berê xwe da sivîlan û kirin armanc.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bi van gotinan li dijî komkujiya li Zaxoyê derket û bi tundî şermezar kir.

Aldar Xelîl dibêje: ”Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji sivîlan vala bike û bike herêmên leşkerî.”

Her wiha da zanîn ji ber ku dewleta Tirk li herêmên parastina Medyayê bi bin ket, ev êriş pêk anî û got:

”Li wir bi bin ketiye û plana wî bi ser neket.

Niha jî berê xwe daye sivîlan û wan dike armanc.

Armanca wî ne tenê partiyek e, ew dixwaze siyasetên xwe yên qirkirinê temam bike. ”

Aldar Xelîl: Bêdengiya li hember êrişan hişt ku ev komkujî pêk were

Li ser bêdengiya li hember van êrişan jî Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê ev tişt anî ziman:

”Bi salan eserweriya Iraqê tê binpêkirin, her kesî xwe li hember wê bêdeng kir.

Vê bêdengiyê hişt ku êriş bigihêje vê astê.

Ev sûc ne tenê yên dewleta Tirk e, PDK’ê jî hevkarê wê ye.

Bila gelê Başûr bizane ku ev bûyerên çêdibin bi hevkariya PDK’ê tê kirin.”

Aldar Xelîl li hember êrişên Tirkiyê ên li dijî Kurdistanê bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin.

Foza Yûsif: Tirkiye ji bo ewlehiya herêmê tevî bûye gef

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek der barê vê komkujiyê de bi parve kir û ev got:

”Armancgirtina van sivîlan yek ji binpêkirinên dewleta Tirk ên rojane li dijî Kurd û Erebên li Sûrî û Iraqê ne.

Dewleta Tirk ji bo ewlehiya herêmê tevî, bûye gef.

Aramnca wî dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye.”

Foza Yûsif hişyarî da gelê Iraqê ku li hember van êriş û sûcan hişyar bin û metirsiya wan bizanin.

Back to top button