Operesyona Birûska Cizîrê di roja 4’an de dewam dike.
Rûspiyên navçeya Til Birakê piştgirî dan hêzên operasyona Birûska Cizîrê û diyar kirin ku ew ê li pişta hêzên xwe bin û bi wan re parastina xaka xwe bikin.
Ehmed El Hiwêder diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca vejandina DAIŞ’ê û têkbirina ewlehiya herêmê, piştgirya şaneyên DAIŞ’ê dike û got:
“Di demekê de ku gelê herêmê destkeftiyên mezin bi dest xistin, artêşa Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike û hewl dide DAIŞ`ê li ji nû ve vejîne.”
El Hiwêder da zanîn ku bi desteka rûspiyên herêmê, operasyona QSD`ê ya bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê hemû planên qirêj ên li dijî herêmê têk bibe û ev yek anî ziman:
“Ne ji van operasyonan bûya, dê bajarên me wêran bûna, dê şaneyên DAIŞ`ê çalaktir bûna.
Rûspiyê bi navê Dawûd El Mihemed jî piştgirya xwe ya bi operesyonê re anî ziman:
“Em ê piştgiriya hêzên xwe bikin û hevgirtina xwe li dijî hemû xeteriyan ava bikin.