Şehîdên komkujiya Parîsê wê ber bi Bakur û Başûrê Kurdistanê bên şandin

Wê cenazeyên 3 şehîdên komkujiya Parîsê wê 3’yê mehê bi merasîm û meşên girseyî ber bi Başûr û Bakurê Kurdistanê ve werin şandin.

KCDK-E û TJK-E’yê diyar kirin ku wê 3’yê Çileyê li Parîsê merasîmeke girseyî û meşeke bi heybet ji bo şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn were lidarxistin.

Li gorî agahiyan wê cenazeyê Evîn Goyî ji bo Başûrê Kurdistanê an ku Mexmûrê were şandin.

Cenazeyê hunermend Mîr Perwer wê ber bi bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê û yê welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jî ber bi Qersê ve were oxirkirin.

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê jî ji bo protestokirina komkujiya Parisê, banga tevlîbûna çalakiya 3 û 7’ê Çileyê û merasîma oxirkirina şehîdên komkujiyê ku wê li Parîsê were li darxistin kir..

Back to top button