Dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî herêmê kir.
Vê carê jî gundên Şêrawe, Şera û Eyn Îsa bû armanca êrişên hovane.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Xirêbkê û Bênê yê navçeya Şêrawa yên kantona Efrînê da ber topan.
Li Şera 6 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker nuqteyek hêzên hikumeta Şamê li gundê Elqemiyê yê navçeya Şera jî topbaran kir.
Di encama topbaranê de, 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne.