Rûspiyên Holê destekê didin operasyona Birûska Cizîrê

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên li navçeya Holê da zanîn ku ew piştgiriyê didin Operasyona Birûska Cizîrê ku QSD’ê li ser xwesteka şêniyan daye destpêkirin. Şêniyên Qamişlo jî piştgirî dan operasyna QSD’ê a ‘Birûska Cizîrê’.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 29’ê Kanûnê bi piştgiriya Hêzên Asayîşê Operasyona Birûska Cizîrê da destpêkirin.

Gel û bi taybet rûspiyên eşîrên Ereb destekê didin vê Operasyonê.

Têkildarî mijarê, bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Holê bi daxuyaniyekê berxwedana QSD’ê pîroz kir û got: Bi xwesteka şêniyên Holê Operasyona Birûksa Cizîrê dest pê kir.

Wek şêxên eşîreyan ji bo parastina destkefityên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê didin QSD’ê û Hêzên Asayîşê.

Back to top button