Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî eşkere kir ku li dijî gef û rişên Tirkiyê Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî amede ne ku li hember êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriye bisekinin.
Nebîl Werde destnîşan kir armanca dewleta Tirk ji gef û rişan ew e ku sûriyan ji axa wan koçber bikin .
Werde diyar kir ku Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî amede ne ku li hember êrişên li ser herêmê bisekinin û got:
“Em ê bi tevahî rêbazan li hember êrişan bisekinin.
Di vê qonexê de em ne weke berê ne.
Em ê li kêlka tevahî hêzan parastina herêmê bikin.
Em rê nadin ku gelê me careke din koçber bibe.”
Werde anî ziman ku hemû gel û tevahî hêzên di bin ala QSD’ê de berpirsên parastinê ne.
Erkê wan ne ku bersiva êrişan bidin û herêmê biparêzin.
Berdevkê Meclisa Parastina Xabûr Nebîl Werde ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re peyamek şand û got:
“Em ê Til Temirê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re bikin goristan.”