Artêşa Tirk li Şêrawa li baregeheke hêzên Îranê da

Duh careke din êriş li dijî herêmê hebûn.
Dewleta Tirk li baregeheke hêzên Îranê li navçeya Şêrawa da.
Û tirêkiseke hêzên Îranê hat îmha kirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi obîsan li baregeheke hêzên Îranê ya li derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê xist.

Di encama êrişê de tirêkseke hêzên Îranê îmha bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk duh bi dronekê êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li Til Rifetê ya Şehbayê jî kir.

Di encamê de yek ji wan efser, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Back to top button