Welatiyên Silêmaniyê: Ji bo azadiya rêber Ocalan hemû li qadan bin

Li başûrê Kurdistanê bi rasthatina salvegera komploya navnetewî çalakî tên lidarxistin. Welatiyên Silêmaniyê bang li her kesê kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan dakevin qadan. Li Şengalê jî bi boneya komploya 15’ê Sibatê semîner hate dayîn. Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê jî li Silêmaniyê li ser Komployê semînerek da.

Li başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî komploya navnetewî a 15’ê Sibatê dewam dikin.

Welatiyên Silêmaniyê têkildarî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan ji Rojnews’ê re axivîn.

Îbrahîm Xelîl got: “Abdullah Ocalan rêberek neteweyî ye.

Daxwazê ji gel û rêveberên siyasî yên Kurd dikin ku hemû bi hev re ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.

Reuf Roştem jî got: “Eger Rêber Ocalan nehatiba girtin, niha Kurdistan di rewşek din de bû. Girtina Rêber Ocalan her tişt paş xist.”

TAJÊ’ê: Azadiya rêber Apo bi têkoşîna hemû jinan ve girêdayî ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê, semînerek da.

Semîner li gundê Hesewîk hat dayîn.

Di semînerê de hat diyarkirin ku tekoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, ne tenê têkoşîna jinên Kurd û Êzdiye, tekoşîna hemû jinane.

Bi yekîtiya hemû jinan wê azadiya Rêber Apo mîsoger bibe.

Di semînerê de endama TAJÊ’ê Emîne Şengalî axivî û qala jiyana Rêber Ocalan kir û got:

“Rêber Apo ji bo me hemûyan Rêberê azadiyê ye.”

Nûnertiya PYD’ê li ser komployê semînerek da

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ya Başûrê Kurdistanê jî li Silêmaniyê li ser Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê semînerek da.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Apo û sedema komploya navneteweyî hate pêşandan.

Piştre Endamê Nûnertiya PYD’ê Yusif Kuto axivî û qala komploya 15’ê Sibatê kir.

Kutê diyar kir ku li dijî Rêber Apo komployeke nemerdane hate kirin û got:

“Xwestin Rêbertiya me tine bikin û dawî li doza rewa ya Gelê Kurd bînin.”

Nûnerê PYD’ê Yusif Kute li dijî komployê banga mezinkrina têkoşînê kir.

Back to top button