Li dijî tecrîdê divê têkoşîn bê kirin

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya Mexmûrê derbarê tecrîd û zilma dewleta Tirkd de daxuyaniyek da. Civaka Îslamî ragihand ku li dijî tecrîd û êşkence divê têkoşîn bê kirin..

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê tecrîd, êşkence û zilma dewleta Tirk ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de li ser gel û girtiyên azadiyê dide meşandin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî piştî nimêja înê, li mezgerfta taxa Şehîd Çîçek a wargehê, ji aliyê Mele Eyûb Şemzînan ve hat dayîn.

Mele Eyûb balkişand li ser bê mafiya li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û got:

“Xwedê dibêje min hemû kes bi reng, ziman û çandên cûda afirand.

Mirovê ku li ser zimanê xwe were girtin û kuştin zilm û înkare.”

Mele Eyûb di dawiyê de diyar kir ku divê hemû civaka misilman li hember zilma dewleta Tirk serî rakin û têbikoşin.

Back to top button