Şêniyên Qamişlo piştgiriya operasyna QSD’ê ya ‘Birûska Cizîrê’ kirin.
Welatiya bi navê Sûheyle Şikrî derbarê sûcên DAIŞ’ê de ev tişt got:
“Sûcên DAIŞ’ê li dijî pêkhateyên herêmê û bi taybet li dijî janan, pêk tên.
Çete pişgiriyê ji dewleta Tirk digire da ku vîna gelê herêmê bişkîne.”
Sûheyle teqez kir ku ew ê bi şervanan re ewlehiyê li herêmê pêk bînin.
Welatiyê bi navê Xalid Xelîl jî xebatên Hêzên Asayîşê û QSD’ê silav kirin.
Her wiha pişgiriya xwe ya pêre ragihand û got: ”Em ê bi wan re alîkar bin.”
Welatiyê bi navê Mehmûd Hisên yê ji pêkhateya Ereb jî ev tişt anî ziman:
“Çeteyên DAIŞ’ê ji bo her kesî metirsîdar in.
Divê em weke pêkhate destê xwe bidin hêzên xwe û van çeteyan bigirin.
Ji bo ewlekirina herêmên xwe em ê bi hêza xwe re alîkar bin.”