Iraqê.. Mihemed Tofîq ji bo diyarkirina hikumeta nû hat erkdarkirin

Piştî zêdetirî du mehan ji istîfakirina serokwezîrê berê, endezyar Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin.

Îro xwepêşandanek li qada El-Wesba ya nêzî qada El-Tehrîr ya li Bexdayê hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de, di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de şer derket û hejmarek xwepêşander birîdnar bûn.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, endezyar Mihemed Tofîq Elawî ku tê gotin hemû alî li ser hemfikr in, erkdar kir..

Wê Elawî di nava mehekê de hikûmeta nû ava bike û heta pêkanîna hilbijartina pêşwext welat birêve bibe.

Piştî ku Elawî hat erkdarkirin axivî û ji xwepêşandêran xwest ku xwepêşandanên xwe dewam bikin.

Back to top button