Mezlûm Ebdî: Kurd hêza Sûriyê ne!

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku “bêyî Kurdan ti hêza Sûriyê tine ye û pirsgirêka Kurd sedema ne lihevkirina bi Rêjîmê re ye.” Ebdî teqez kir ku, di civîna navbera Tirkiyê û Rêjîmê de, daxwazên hev bi cih neanîn û ne pêkan e jî, di rewşa heyî de, peymana Edene pêk were.

Di heman hevpeyvînê de, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî qala têkiliyên bi Rûsya û Rêjîmê jî kir û teqez kir ku, sedema ku heta niha nehiştiya lihevkirin çêbibe, pirsgirêka Kurd e. Lê eger ew bi Kurdan re li hev neke, Sûriyeke bi hêz çênabe.

Di heman çarçoveyê de destnîşan kir ku, lihevkirina bi Hikûmeta Sûrî re wê dirêj bike, ji ber ew hîna ji diyalogê re ne amade ye û hişmendiya xwe ya berê dipzarêze.

Mezlûm Ebdî: Em bi hêvî ne ku Rûsya roleke navbeynkar a erênî bilîze

Ebdî got, “Ya diyarker, xurtbûna rewşa me ya eşkerî û siyasî ye. Ev wê Rêjîmê nêzî lihevkirinê bike”.

Ji bo Rûsyayê jî, Ebdî diyar kir ku, ew navbeynkariya wan û Hikûmeta Sûrî dike û hêvî hene ku karibe bi roleke erênî di vî warî de rabe.

Tê zanîn di meha borî de, civînek navbera Serokê MIT’a Tirk û Istixbaratên Sûrî de, li Moskovayê pêk hat û piştre jî daxuyaniyên bi nakok derketin..

Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e peymana Edene pêk were

Li ser vê jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê da zanîn ku, Hakan Fîdan, Peymana Edene, şerê li dijî Kurdan û QSD’ê danî ser maseyê û Rêjîm jî ji vê yekê re ne amade ye.

Her wiha destnîşan kir ku, piştgiriya Tirkiyê ji çeteyan li dijî Rêjîmê re, wê bêhêle ku peymana Edene pêk neyê..

Back to top button