Rûspiyên Reqa: Em nahêlin ku tu kes derbê li projeya me bixe

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kirin ku civîna li Moskovê hat lidarxistin, dewama tunekirina gelê Sûrî ye.

Têkildarî wê, şêxê eşîra El-Xanim El-Elî Elî El-Taî diyar kir ku ev civîn li dijî Rêveberiya Xweser e û got :

Ev civîn û her destwerdaneke dervay li ser axa Sûriyê em redikin..

Ji ber ku axa Sûriyê hemî sûriyan e û mafê her kesî tê de heye..

Em di wê baweriyê de ne ku aloziya li welêt bi rêya çareyeke siyasî çareser dibe.”

Şêx eşîra El Neîm, şêx Nûrî El Nûrî jî got: ”Ev civîn ne li gorî berjewndiyên gelê Sûriyê ye..

Lê belê ji bo rijandina xwîna sûriyan e.. Em rûspiyên Reqayê vê civînê qebûl nakin..”

El-Nûrî tekez kir ku armanca vê civînê ew e ku derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bidin..

Back to top button