Şandeyek ku ji Parlamentera NRW’ê , serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û sersaxî ji malbatan re xwest.
Nobeta Edaletê ya li Navenda Çanda Ahmet Kaya didome.
Serdanên gel û saziyan jî, berdewam e..
Şandeyek ku ji Parlamentera NRW’ê Bêrîvan Aymaz û saziyên cur be cur pêk dihat serdana Navenda Çanda Kurd kirin..
Bêrîvan Aymaz, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku Kurd bûne hedefa êrîşan û got:
“Li Fransayê gelek biyanî hene.
Ev rastiyeke ku nayê nîqaşkirin ev kes Kurd kirine hedef û ev êrîş pêk aniye.
Ev êrîşek li dijî Kurdan e.
Divê dadgeha Fransa bi pirsgirêkan bi kûrahî bigre dest.
Nixûmandina dosyaya komkujiya berî 10 salan, bû zemînê êrîşek bi vî awayî.”