MSD li Reqayê panelek li dar xist

Meclîsa Suriya Demokratîk li Reqayê bi navê “Guhertina demokratîk li Sûriyeyê û rola ciwanan”panelek li dar xist.

Di panelê de endamên MSD û Meclisa Ciwanan a MSD’ê û nûnerên partiyên siyasî, siyasetmedarên serbixwe û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.

Di panelê de endamê Desteya Seroketiyê ya MSD’ê Hesem Mihemed Elî got:

“Dema ku em bala xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bibînin ku piraniya endamên saziyên sivîl û leşkerî ciwan in,

ev jî nîşan dide ku ciwan dikarin xebatê bikin û roleke siyasî di pêvajoya siyasî de bilîzin.”

Sînevîzyonek li ser xebatên MSD’ê li hemû herêman hat pêşandan, piştre beşa yekem dest pê kir û li ser hat nîqaşkirin.

Hevserokê Komîteya Ciwanan a Minbicê Ehmed El Cemîlî diyar kir ku rola ciwanan di Rêveberiya Xweser de roleke sereke ye û divê rola wan di civakê de bê berfirehkirin.

Beşa yekem ji aliyê Henan Bekûr ve hat bersivandin ku ew jî wiha axivî:

“Divê ciwan ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ne tenê li bakurê wê lê li seranserî xaka Sûriyeyê bên yekkirin.”

“Divê ciwan rêxistinkirina xwe kurtir bikin”

Panel bi girtina hin biryaran bi dawî bû,çend biryarên ku hatine girtin wiha ne:

“Li hember şerê taybet birêxistinkirin û pêşxistina ciwanan.

Pêwîst e ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî ya sûriyeyî-sûriyeyî xebat bê meşandin.

Avakirina Meclisa Ciwanên Sûriyeyî ya Demokratîk li Ewropayê.

Rêgirtina li pêşiya koçberiya ciwanan bi rêya bilindkirinê hişyariya fikrî, tevlêkirina ciwanan di projeyên aborî de.”

 

MSD: Diyaloga Sûrî-Sûrî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike

Back to top button