Endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Helebê diyar kirin ewê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ewê li qadan bin.
Endama Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Helebê Wehîde Birîmko tecrîd şermezar kir û diyar kir ku li Îmraliyê çi biqewime CPT berpirsiyar e.
Emel Îbiş jî li ser tecrîdê wiha got:
“Hûn nikarin vîna me bişikînin. Rast e we bi fîzîkî rêberê me girtiye, lê bi fikir û felsefeya xwe di nava me de zindî ye.
Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê dikoşin û li ber xwe didin.”
Li aliyekî din jî Axîn Xelîl bang kir ew dixwazin di deme kurt de rewşa Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî bizanin û ew bi fîzîkî azad be.
Der barê heman mijarê de Axîn Reşo jî wiha got: “Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide û em jî li vir li ber xwe didin. Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo vê tecrîdê vala derxînin”