Di Hevpeymana Civakî de aboriya jin

Hevpeymana Civakî hat erêkirin û ket meriyetê.
Di hevpeymanê de sedî 50 mafê jin hatiye dîtin.
Di nav de gelek xalên girêdayî jin hatin veqetandin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di 91. civîna xwe ya Asayî de Hevpeymana Civakî ya ku tê de civaka ekolojîk, demokratîk, azadiya jin, aborî-komunal, rêveberiya xweser, edaleta civakî û konfederasyona demokratîk heye pejirand.

Hevpeymana Civakî 13’ê Kanûnê bi awayekî fermî ket meryetê.

Meclîsa Jinê di nava Peymana Civakî de bi awayekî aktîf cih girt.

Di hevpeymanê de gelek xalên girêdayî jinê hatin diyarkirin û erêkirin ji wan:

  • MADEYA /19/

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aboriya civakî ya jinê bi pêş dixe û dijberiya hemû cureyên bazirganî û keysbazkirina jinê dike.

  • MADEYA /24/

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyên siyasî, civakî, îdarî û hwd. xwe dispêre sîstema hevserokatiyê û wê wekî pirensîbekî bingehîn di nûnertiya herdu zayendan de dipejirîne û tevkariyê bi birêxistinkirin û bicihanîna sîstema Konfedralîzima Demokratîk a ku Jinê wekî pêkhateya xwe ya taybet dibîne, dike.

  • MADEYA /25/

Maf û azadiya jinê û wekheviya di navbera herdu zayendan misoger e.

  • MADEYA /26/

Jin di nava malbata demokratîk ku li ser bingehê jiyana hevpar hatiye avakirin de, îradeya xwe bi cih tîne.

  • MADEYA /27/

Meclisa Edaletê ya Jin, ji rêxistinkirina meclisên edaletê ya jin û kontrolkirina wê de berpirsyar e. Malên jin, ji nûnerên jin yên di komîteya sulhê û ji jinên di meclisa edaletê ya civakî pêk tê. Hem meclisên edaletê ya jinan bi rêxistin dike û hem jî pêşengiya hemû xebatên di sîstema edaletê ya giştî de dike û tevlê dibe.

  • MALÊN JIN:

Saziyeke civakî ya berpirsyare ku zanebûna edaletê ya civakî pêş dixe, li her qadên jiyanê jin û malbatê ji bo li ser bingeha lihevkirinê tehlîl bike, dixebite, bi awayekî kordîneyî bi saziyên jinan yên pêwendîdar re, li dijî tundi û zextên li dijî jinan têkoşînê dike.

  • MECLISÊN EDALETÊ YÊN JIN ÊN KANTON Û BAJARAN:

Saziyên edaletê yên jinan ên li bajar û kantonan rêxistin dike û kontrol dike. Nûnerên xwe yên ku bi awayekî demokratîk tên hilbijartin dişîne meclisa edaletê ya giştî a kantonê.

  • DI RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DE MECLISA EDALETÊ YA JIN:

Koordînasyona di navbera meclisên edaletê yên jin de ava dike. Koordînasyona di navbera meclisên edaletê yên giştî û meclisa edaletê ya jin de pêk tîne. Meclisên edaletê yên jin ên bakur û rojhilatê sûriyê nûnerên xwe yên ku bi awayekî demokratîk hildibijêrin dişînin meclisa edaletê ya giştî a bakur û rojhilatê sûriyê. Nûnertiya jin di meclisa bakur û rojhilatê Sûriyê de heye.

Back to top button