HPG: Artêşa Tirk 54 caran bi teqemeniyên qedexekirî êriş kir

Arteşa Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî didomîne.
HPG’ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla carekê bi bombeyên taktîk nukleer, 53 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk daxuniyek da.

HPG da zanîn di navbera 15-17’ê Kanûnê de gerîlayan gelek caran dest li helîkopterên êrişê werdan ku bombe li qada Lolanê barandin û got:

Piştî destwerdana hêzên gerîlayan, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî jî HPG’ê ev agahî dan:

14, 15 û 16’ê Kanûnê herêma Metînayê 41 caran bi gazên kîmyewî, carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.

Herêma Zapê jî carekê bi teqemeniyên qedexekirî, 11 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Her wiha gelek qadên herêmên Parastina yên Medyayê jî 16 caran bi balafirên şer ên arteşa Tirk a dagirker hatin armancgirtin.

Back to top button