Lîderê Koreya Bakur kim fermana hilberîneke zêde a moşekan da

Koreya Bakur, li dijî Amerîka û Koreya Başûr hêza xwe ya çekên giran xurt dike.
Bi fermana lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un re ev xebat hatin xurtkirin.
Balkêşe ku ev fermana Kim berî tetbîqata leşkerî ya ku ji hêla Koreya Başûr û Amerîkayê ve pêk were hat.

Koreya Bakur piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Koreya Başûr daxuyand ku ew ê tetbîqata leşkerî ya Ulchi Freedom Guardian a 10 rojan li dar bixin, çalakî pêk anîn.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un di dema seredana xwe ya kargeha cebilxaneyê ya moşek û guleyên topan çêdike, ferman da ku asta hilberînê were xurtkirin.

Ev ferman taybet ji bo zêdekirina moşekan ya di asteke berbiçav de hate dayîn.

Her wiha weke pêwistiyeke sereke ya artêşa Pyongyangê jî tê dîtin.

Kim Jong-un di axaftina xwe ya li kargehê de got,

“Asta amadekariyên şer girêdayî pêşketina pîşesaziya cebilxaneyê ye û li gorî vê yekê, kargeh di lezkirina amadekariyên şer ên artêşa me de xwedî berpirsiyariyek mezin e.”

Kim bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Pêdivîyek pir bilez heye ku hilberîna rokêtan bi awayekî qat bi qat were zêdekirin.

Ev ji bo bihêzkirina yekîneyên topavêjê li eniya şer girîng e.”

Kim diyar kir ku divê hêza leşkerî ya artêşa Koreya Bakur were parastin û ji bo derbaskirina her şerî divê amadekariyên xurt bikin û wiha pê de çû:

“Bi vî awayî dijmin wê cesareta bikaranîna hêzê namîne û eger hêz bikar bîne jî dijmin. dê bên tunekirin.”

PYONGYANGÊ; WAŞÎNGTON Û SEÛL ŞERMEZAR KIR

Amerîka û Koreya Bakur hewil didin 21-31’ê Tebaxê tetbîqata havînê ya Ulchi Freedom Guardian lidar bixin.

Ev tetbîqat bi armanca egeriya êrişeke Koreya Bakur ya bi çekên giran pêk tê.

Koreya Bakur her du welatan ji ber vê sedemê şermezar kir û îdia dike tetbîqata leşkerî provaya şerekî nukleerî ye.

Back to top button