Meclisa Nûneran a Lîbya qanûna hilbijartina parlamentoyê erê kir

Hikumeta demkî ya li Lîbya, bi biryare ku heta 24’ê Kanûnê roja hilbijartina serokwezîrtî û parlamentoyê karê xwe bimeşîne.
Herî dawî meclisa Nûneran a Lîbya ragihand ku wan qanûna hilbijartina parlamentoyê erê kir.
Tevî hewildanên bi rêya siyasî çareserkirina aloziya li Lîbya tê kirin jî lê metirsiya leşker û çeteyên biyanî heye.
NY jî ragihaned ku tevî koma Wagner a Rûsî dibe ku hêzên biyanî yên li lîbya sûcê şer kiribin.

Li Lîbya di bin siya metirsiya hêzên biyanî û aloziyên heyî de amadekariyên hilbijartina giştî têne kirin.

Di demeke ev amadekarî têne kirin de, metirsiha leşker û çeteyên biyanî yên li welat dîsa di rojevê de ye.

Tevî van aloziyan, Meclisa Nûneran a Lîbya qanûna hilbijartina parlamentoyê erê kir.

Berdevkê Meclisa Nûneran a Lîbya Ebdullah Bileyhik têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê tevna civakî peyamek da û got:

Meclisê, di rûniştina xwe de qanûna hilbijartina parlamentoyê erê kir.

Bivî awayî, rêgezên hilbijartina serokwezîr û parlamenteran bidawî bûye.

Ebdullah Bileyhik têkildarî jimara parlamenterên di civînê de amade agahî neda.

Her wiha meclisê jî heta niha li ser mijarê ti daxuyaniyek nedaye.

Li Lîbya ji bo hilbijartina serokwezîr û parlamentoyê ya 24’ê Kanûnê amadekarî têne kirin.

Konseya Giştî ya Dewlet û Meclisa Nûneran a Lîbya ji bo avakirina bingehê qanûnên li welat bi mehane kar tê kirin.

Meclisa Nûneran 8’ê Îlonê bi awayekî yekalî ji bo avakirina bingehê hilbijartinê qanûnek derxistibûn.

Konseya Giştî ya Dewletê jî têkildarî pejirandin yan redkirina qanûnê ti daxuyanî neda.

Hemwextî van hewildanên çareserkirina aloziya Lîbya bi rêya siyasî, li welat metirsiya leşker û çeteyên biyanî heye.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku tevî Koma Wagner a Rûsî hêzên biyanî yên li welat dibe ku sûcê şer kiribin.

NY: Leşker û çeteyên biyanî dibe ku li Lîbya sûcê şer pêk anî be

Lêkolînerên ku ji hêla ajansa bilind a mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve diyar kirin ku belgeyên piştrast ên ‘sûcên şer’ û ‘sûcên li dijî mirovahiyê’ li vî welatê Afrîkaya Bakur hatine kirin.

Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Lîbyayê (FFML), ku girêdayî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye, ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Lîbyayê hate avakirin.

Encamên despêkê ên di rapora komîsyonê de, ku roja Duşemê hat weşandin, nîşan dide ku sûcên wekî kuştin, êşkence, koletî, înfazên bê daraz û destavêtin hatine kirin.

Back to top button