119 Kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn

2 caran a alîkariyên mirovî yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê kom kirine, derbasî herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê bûn.

Beşa yekemîn a alîkariyan di deriyê Um Cilûd yê di navbera Minbic û Cerablusê de ku ji 53 kamyon û erebeyan pêk dihat û bi alîkariya Rêveberiya Xweser hatin derbaskirin.

Ew alîkarî ji bajarên Minbic, Reqa û Dêrazorê hatibûn berhevkirin.

Tê de çadir, derman, madeyên xwarinê, cil û hin madeyên dinê hebûn.

Beşa duyemîn ji 66 kamyonên alîkariyên xêraxwaziyê mîna kon, derman, madeyên xwarinê, cilûberg û batanî, pêk tê.

Li ser kamyonan pankartên “Deriyan vekin”, “Bila siyaset bêdeng be û mirovahî biaxive”, “Bakurê Sûriyê xilas bikin”, “Hemleya yek beden xelkê me li bakurê Sûriyê hûn di dilê me de ne” hatin daliqandin.

Back to top button