Li Mexmûrê xwendevanên jin bi meşekê piştgirî dan Kampanya Jinên Rojhilat

Xwendevanên jin ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi minasebeta piştgirîdayîna kampanya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ ya jinên Rojhilatê Kurdistanê meşek girseyî lidarxistin. 

Meşa xwendevanan li ber dibistanê destpêkir heta ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dom kir.

Piştî meşê daxuyaniyek ji aliyê xwendevana bi navê Dinya Aygun ve hat xwendin û wiha hete gotin:

“Ev tekoşîn bi reng û dengê jinê ber bi serkeftinê ve diçe.

Em jî wek jinên ciwanên Mexmûr bi kampanya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ emê bi çalakiyên cur be cur tekoşîna xwe hê bilindtir bikin.

Ev kampanya wê bibe bingeha şikandina tecrîdê û emê bi vî awayî Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Xwendekaran bang li hemû jinên Kurd kirin ku dem dema hilweşandina desthilatdariya zilamsalare û gotin:

“Pêwiste em bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ xwe birêxistin bikin û hesap ji kiryaran bipirsin.”

Back to top button