Bi nêzbûna dema hilbijartinê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re, Partiya Çep a Kesk lezê dide xebatên xwe. Di serdana gel û vekirina bûroyan de, siyasetmedar û namzetan diyar kirin kesên pirsgirêka Kurd çareser nekin dê gel wan bişîne. Siyasetmedaran bang kirin ku di 14’ê Gulanê de bersiva herî xurt bidin pergala polîtîkayên şer û yên kuştinê yên desthildariyê û dawî lê bînin.
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êdî roj tên jimartin
Partiya Çepên Kesk ji bo gel biryara rast bide bi gel re dicive û hembêza xwe ji her kesî re vedike..
Li navçeya Farqîn a Amedê Partiya Çepên Kesk bi gel re hate ba hev.
Gelek siyasetmedar, nûnerên Partiyê û welatî tev li hevdîtina bi gel re bûn û banga xurtkirina piştgiriyê kirin.
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî buroya hilbijartinê hate vekirin
Partiya Çepên Kesk li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî buroya hilbijartinê vekir.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê, rêveberên partiyê û rêxistinan tev li vekirinê bûn.
Di vekirina buroyê de Namzeta Rihayê Aliye Kizildamar destnîşan kir ku ev hilbijartin destpêka heyamek nû ye û got: “Wê jin vê pergalê biguherînin. Em ê xwedî li çand û axa xwe derkevin.”
Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan jî diyar kir ku dem hatiye ku komar di sedsala duyemîn de bi demokrasiyê were pêçan.
Omer Ocalan bang kir divê hemû gelê me bi hev re di 14’ê Gulanê de bersiva herî bi bandor bidin vê pergala xerab, polîtîkayên şer û yên kuştinê û dawî lê bînin
Partiya Çepên Kesk li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê bi gel re civiya
Partiya Çepên Kesk li Taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jî civîna gel li dar xist.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Bûldan jî bi şandeyekê tev li civînê bûn.
Pervî Bûldan: Kesên pirsgirêka Kurd çareser nekin wê biçin’
Pervîn Bûldan anî ziman ku di 14’ê Gulanê de dê Edene peywîra xwe bi cih bîne û dê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin.
Pervîn, a ji vir bang li Serokê Giştî yê AKP’ê kir wiha got:
“Em dixwazin ji vir bang li kesên welat bi rê ve dibin û serokê niha dikin.
Hûn kurdan înkar bikin jî kurd hene û wê her hebin.
Pirsgirêka kurdan tune dihesibînin.
Lê em dizanin ku li vî welatî pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurdan e.
Lê em vê bibêjin, kesên pirsgirêka kurd çareser neke wê biçe. AKP’ê jî çareser nekir û ew jî dê biçe.”
Pervîn Bûldan, di dawiyê de destnîşan kir ku piştî 14’ê Gulanê wê Partiya Çepên Kesk azadî, aştî, edalet û wekheviyê bînin.
Agirî-Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiyê ye
Li navçeyên Dutaxê û Panosê yên Agirî jî bi hezaran kes namzetên Partiya Çepên Kesk pêşwazî kirin.
Pêşwazîkirin veguherî mitîngên girseyî.
Namzetên ku li wir axaftin kirin, gotin “Sedsala nû wê bibe sedsala azadiya gelê kurd.”
Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê jî bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê û gelek welatiyan, bûroya hilbijartinê ya jinan vekir.



