Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê bazriganekî madeyên hişbirê girt

Xebat û lêgerînên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî madeyên hişbir dewam dikin. Asayîşê li gundewarê Tebqayê bazirganekî madeyên hişbir girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê mijarê daxuyaniyek da û got:

“Agahî hatin berdestê me ku li gundê Barûde yê gundewarê rojhilatê bajarê Tebqayê kesekî bazirganiya madeyên hişbir dike heye.

Tîmên me yên li dijî madeyên hişbir dest bi lêkolînê kirin û agahî berhev kirin.

Piştî lêkolînê, hate piştrastkirin ku ew kes di bazirganiya madeyên hişbir de kar dike.

Hêzên me 15’ê Nîsanê ew kes girtin.

Her wiha ji bilê kesê girtî, 20 hezar hebên hişbir, Damanceyek, 25 mermiyên damanceyê, Malikek damanceyê û 250 Kapsulên xelebî jî hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesê ku girtin ji bo tedbîrên qanûnî, ji Dozgeriya Giştî re şandin.

Back to top button