Felsefeya Rêber Apo jinên ji pola ava dike

Sûltan Îbrahîm dayikeke ji bajarê Qamişlo ye.
Piştî tevgera azadiyê nas dike û tevlî li kar dibe, derfet dît ku li Rêber Abdullah Ocalan bibîne û lê guhdar bike.
Sûltan Îbrahîm piştî dîtina Rêbertî êdî xebatên xwe bi coşeke mezin da meşandin û heta niha didomîne.

Sûltan Îbrahîm ya 75 salî ku di salên 1990’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir.

Du kurên xwe tevlî nava refên gerîla kir.

Kurê wê Barzan Îbrahîm (Memo Îbrahîm) sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bû û di sala 1995’an de li Botanê şehîd bû.

Kurekî wê jî têkoşîna xwe hîn dewam dike.

Dayê Sûltan behsa pêvajoyên destpêkê yên nasîna tevgera azadiyê kir û wiha got:

“Min bi navê Apociyan yan jî PKK’ê nas nedikir.

Piştî ku hevalên jin hatin mala me min heval nas kirin.

Ew di warê aborî de pir xizan bûn.

Me bi dizî pêdevî ye pêwîst û xwarin ji wan re dibir.

Têkoşîna wan ciwanan ku dest ji mala xwe berda bûn bandor li min kir.”

Sûltan Îbrahîm: Bi saya Rêber Apo me hebûn û rastiya xwe nas kir

Dayê Sûltan diyar kir ku piştî demekê ew bi xwe tevlî kar bû û wiha domand:

“Li taxên Hilko û Kornîş ên bajarê Qamişloyê ez tevlî karên rêxistinbûnê bûm.

Me civîn li dar dixist, ji bo kar bimeşînin û alîkariya madî kom dikir.”

Dayê Sûltan li Lubnan û Şamê firsen dît ku Rêber Apo nas bike û wiha qala dîtina xwe ya bi Rêber APO re kir:

“Dema min Rêbertî dît, demeke dirêj axivî û behsa rastiya gel û dijimin dikir.

Axaftinên balkêş dikir ku hezkirina ji welêt û girîngiya azadiya welêt destnîşan dikir.

Rêber Apo gel ji xewa giran hişyar kir û dijminê me bi me da naskirin.

Bi hatina Rêber Apo me dest bi pirsa pirsên ‘çima û ji bo çi dijîn’ kirin.

Piştî ku me xwe gihand asta hişmendiya neteweyî, êdî ji rejîma Baasê neditirsiyan.

Ger em îro hîn li ber xwe didin, dijîn û xwe digihînin rastiya xwe ev bi saya Rêber Apo ye.”

Back to top button